Erdogan:Helwesta welatên derve li himberî kudetayê lawaz bû
"Eger rewşa awarte nebûya gel dê berê xwe bida marketan, berê xwe nedida meydanan."
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, helwesta welatên derve ya hemberê derbeya serbazî lawaz dibîne û bang li gel dike ku heta fermana duyemîn dest ji meydanan bernedin.
Erdogan serdana Parlamentoya Tirkiyê kir ku di hewldana derbeya serbazî de ji hêla balefirên şer yên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin û li wê derê axivî.
Erdogan got, bi bombekirina Parlamentoyê ji dil ve xemgîn bûye û bi çekên ku bi pereyên gel hatine kirîn, parlamentoya gel hatiye bombekirin.
Erdogan da xuyakirin, belgeyên hewldana derbeyê bi rêya Wezareta derve dê bo hemû welatên cîhanê bişînin û nêzîkatiyên helwestên dudil, şermezarkirinên lawaz yên derve qebûl nakin.
Erdogan herwiha da zanîn ku ragehandina rewşa awarte bo bilezkirina helwestên hikûmetê hatiye girtin û eger wiha nebûya gel dê berê xwe bida marketan, berê xwe nedida meydanan.