Li Tirkiyê hezar û 200 leşker hatin berdan

Piştî derbeya leşkerî zêdetirî 10 hezar general, fermandar û rayedarên leşkerî yên Tirkiyê hatin binçav kirin.

K24-Enqerê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara berdana hezar û200 leşkerên bi hewla derbeyê hatibûn binçav kirin da.

Serdozgerê Komarî yê Enqereyê Harûn Kodalak di daxuyaniyekê de diyar kir ku hinek leşker nizanin bûne pergala çi û wiha got, hezar û 200 leşker piştî lêpirsînê hatine berdan.

Roja 15ê Tîrmehê li Tirkiyê hewla derbeya leşkerî hat dayîn. Piştî derbeyê zêdetirî 10 hezar general, fermandar û rayedarên leşkerî yên Tirkiyê hatin binçav kirin.