Erdogan: 13e hezar û 160 kes hatine girtin

Di 15ê vê mehê de hawla kudetayeke leşkerî li tirkiyê hate kirin lê ew kudeta bi ser neket.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ragehand ku ji destpêka kudetaya leşkerî û heta niha 13e hezar û 160 kes hatine girtin.Da zanîn ku welatê wî piştî têşîûna kudetayê ber bi qonaxeke nû ve diçe.

Derbarê hejmara wan ku  heta niha ji aliyê Tirkiyê ve di çarçoveya hewla kudetayê de hatine girtin Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan di gotarekî xwe da zanîn ku hin alî hene naxwazin Tirkiyê pêşbikeve  û ew alî binav nekirin, lê tenê ew tuhmetbar kirin.

Erdogan aşkere kir ku ji destpêka kudetaya leşkerî û heta niha 13e hezar û 160 kes hatine girtin. Da zanîn ku ji wan girtiyan 8 hezar û 838 leşkerin, 2 hezar û 101 dadwerin, hezar û 485 polîsin û 52 karmendên sivîlin.

Di 15ê vê mehê de hawla kudetayeke leşkerî li tirkiyê hate kirin lê ew kudeta bi ser neket.