Erdogan serdana Rûsyayê dike
Di 9ê Tebaxê bê de serdana Rûsyayê dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Dema çûyîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a bo Rûsyayê eşkere bû. Erdogan di 9 Tebaxê de serdana Rûsyayê dike.
Piştî xistina balafira şerî yekem serdana fermî ya Tirkiyeyê bo Rusyayê îro destpê dike. Îşev cigîrên Serokwezîr û Wezîrên Aborî, Çandinî, Geştiyarî û Deryayî yên Tirkiyeyê diçin Moskovayê û sibe jî ligel Cigîrê Serokwezîrê Rusyayê Arkadiy Dvorkovîç hevdîtinan pêk tînin.
Erdogan jî dê di 9ê Tebaxê bê de serdana St. Petersbûrgê bike.
Di 24ê Çiriya Paşînê ya sala borî de Tirkiye li ser sînorê Sûriyeyê balafireke şerî ya Rûsyayê xistibû û ji wê rojê heta meha borî têkiliyên Rusya û Tirkiyeyê xetimîbûn. Lê piştî lêborînxwestina Serokomar Erdogan ev têkilî ji nû ve destpêkirin.