Parêzgarê berê yê Stenbolê hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeya leşkerî de hatiye binçavkirin.
K24-NavendaNûçeyan
Parêzgerê berê yê bajarê Stenbolê Hûseyîn Avnî Mutlu hate binçavkirin.
Li gor dazanîna cîranên parêzgerê berê Mutlu polîsan danê sibê bi ser mala wî ya navçeya Ûskadara Stenbolê girtine û lêgerîn kirine. Piştî demeka din Hûseyîn Avnî Mutlu ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
parêzgerê berê yê Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeya leşkerî de hatiye binçavkirin û li Midûriyeta Ewlekariyê ya Stenbolê îfadeya wî tê girtin.