Supasalar ê Turkîayê rêje ya pişkdarî ya supa di kudetayê de aşkera dike
Supa salar ê Turkîyayê di ragehandinekê de, hijmar a serbaz ên pişkdar di kudetayê de aşkera kir û ragehand: 8651 serbaz, wate bi rêje ya 1.5% supay pişkdarî di kudeta ya Turkîyayê de kirîne.
K24- Hewlêr
Supa salar ê Turkîyayê di ragehandinekê de, hijmar a serbaz ên pişkdar di kudetayê de aşkera kir û ragehand: 8651 serbaz, wate bi rêje ya 1.5% supay pişkdarî di kudeta ya Turkîyayê de kirîne.
Di ragehandinê de, amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku 35 firoke yên cengî, 37 Hêlîkopter ên serbazî , 246 tank û zirêpoş, 3 keştî û 3992 çek bo hewl a kudeta ya serbazî hatîne bikarhînan.
Di wê ragehandinê de, serbaz ên pişkdar di kudetayê de tuhmetab dike bi alîgirî ya Fethullah Gulen, rêber ê bizav a Raje.
Berpirsek ê serokatî ya Turkîyayê jî aşkera kir ku heya niha 15 hezar kes bi eger a desthebûnê di hewl a kudetayê hatîne firtin û ji wê hijmarê tenê 3 hezar kes hatîne azadkirin.