Evan 11 kesan, vîyan Erdogan bikujin

Şev a kudeta ya Turkîyayê rûday hijmarek a efser û serbazan hatibûn danîn bo kuştina Receb Teyçb Erdogan, serok komar ê Turkîyayê, ew kes ço bûn nav hotêl a Mermerîs li parêzgeh a Moxla, li başûr a rojava ya Turkîyayê û wan hewil dabûn ku Erdogan bikujin, lê pilan a wan pûçel bû û çend xulekan berî bigehin hotêlê, serok komarî Hotêl hêla.

K24- Hewlêr

Dezgeh ên asayîşî û serbazî yên Turkîyayê bi çend rê û şêwazan bi dûv wan efser û serbazan re digerrin ku şev a kudetayî, piştî şikest a hewl ên wan hijmarek ji wan hatin girtin û hijmarek jî heya niha nehatîne girtin û dezgeh ên asayîşî û serbazî li wan digerrin.

Di vê çarçoveyê de dezgeh ên peywendîdar, wêne yên 11 efser û serbazan belav kir ku bi tuhemtê hatîûne daxwazkirin û heya niha dezgeh ên asayîşî bi dûv wan re digerrin.

Dezgeh ên asayîşî wêne yên wan 11 kesan belav kirîne ku pirranî ya wan piledar û fermandar ên balane. Li gor axivtin ên wan dezgehan , şev a kudeta yê hewl a kuştin a Erdoganî dane û berpirsin ji wê girûpê û ev erk bi wan re hatîye sipartin.

Şev a 15/7/2015 pişkek ji supa yê Turkîyayê ku hijmar a wan 8500 kes bûn li gel 35 firoke yê şerrvan,37 Hilokopter,74 tank û 3 gemî yên cengî, li gor axivtin serok erkan ê Turkîya kudetayek, pişkdarbûn di kudetayê de bo bidestvehînan a desthilatê li wî welatî, lê demek hind nebir û hewl a wan şikest hîna û bi eger a peywendîyê bi kudetayê hey niha dezgeh ên asayîş 15 hezar kes girtie û 50 hezar kes jî ji kar hatîne bi dûrxistin.