Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Dibe ku Cemaeta Gulen li Kirgizîstanê derbeyê çêke

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu diyar kir ku dibe cemaeta Fethûllah Gulen li welatê Kirgizîstan yê Asya Navîn hewla derbeyê bide.

K24- Hewlêr

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu diyar kir ku dibe cemaeta Fethûllah Gulen li welatê Kirgizîstan yê Asya Navîn hewla derbeyê bide.

Çawîşoglu destnîşan kir ku ji bo leşkerên li Tirkiyê hewla derbeyê dane, dixwazin Kirgizîstanê weke baregeha xwe bikarbînin û got, Cemaeta Gulen piştî Tirkiyê dixwaze li Kirgizîstanê hewla derbeyê bide.

Mewlûd Çawîşoglu ragihand ku wan Kirgizîstan hişyar kirine û got, eger li wir derbeyek çêbibe; cemaeta Gulen wê bike. Berî niha gelek caran li wir derbe çêbûne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got ku li welatên weke Azerbeycan, Qibris, Somalî, Urdin, Japon, Makedonya û gelek welatên din dibistanên cemaetê tên girtin û li gelek cihan hatine girtin jî.