Li Tirkiyê heta niha 18e hezar û 44 kes hatine girtin
Di şeva 15ê Tirmehê de li Tirkiyê komek leşkerên di nav artêşê hewla darbeyê leşkerî kiribûn, lê ew kudeta biser neket.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala ragihand. Di çarçoveya operasyonên li dijî hewla derbeya leşkerî de heta niha 18 Hezar û 44 kes hatine binçavkirin.
Ala diyar kir ku ji wan binçavkiriyan, 9 Hezar 677 kes hatiner girtin. Herwiha pasaportên 49 Hezar û 211 kesan jî hatiye betal kirin.
Di şeva 15ê Tirmehê de li Tirkiyê komek leşkerên di nav artêşê hewla darbeyê leşkerî kiribûn.
Hikûmeta Tirkiyê dibe dike ko derbeya leşkerî ji aliyê Rêxistina Xizmetê ve hatiye kirin. Lewra endam û alîgirên wê rêxistinê binçav dike.