Erdogan bersiva fermandarê Amerîka Joseph Votel da

Erdogan da zanîn ku bi "aqilê jorîn" ev derbe pêk hatiye û General Votel bi vê daxuyaniyê nîşan dide ku di nav aqilê jorîn de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi awayek tund bersiva Fermandarê Amerîkî Joseph Votel da û got, dibêjin hevkarên me hatine binçavkirin, bi vê gotinê hun nîşan didin ku di pişt vê derbeyê de hun hene.

Erdogan îro li Enqerê navçeya Golbaşî, serdana Serokatiya Daîreya Operasyonên Taybet kir ku di dema derbeyê de ji hêl balefirên şer ve hatibû bombebarankirin.

Erdogan, di merasîmê de fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) General Joseph Votel rexne kir û da zanîn ku şûna ku spasiya gel bike, li gel derbekaran cih digre.

Erdogan da zanîn ku bi "aqilê jorîn" ev derbe pêk hatiye û General Votel bi vê daxuyaniyê nîşan dide ku di nav aqilê jorîn de ye û piştevaniya derbeyê kirine.