Erdogan: Ez li wan diborim

Erdogan roja 15ê Tîrmehê wek mîladê binavkir

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, kesên ku heta niha hemû cure bêrêzî û heqaretê li wî kirine dibexşîne û hemû dozên ku di vê warê de vekirine, paşve dikêşe.

Li Koşka Serokomariyê ya Beştepeyê "Bernameya Bibîranîna Şehîdan" hat darxistin. Di bernameyê de Serokomarê Tirkiyê got: "Welatên rojavayê sersaxiyek dişînin lê 9 şîretan dikin û hin ji wan hene gazind ji derbekaran dikin ku çima Erdogan nekuştine."

Erdogan roja 15ê Tîrmehê wek mîladê binavkir û da xuyakirin, ji vê rojê ve hemû dozên ku ji ber bêrêzî vekirine paşve dikêşe.

Li gorî yasayên Tirkiyê, bêrêziya Serokomarê sûc e û bo vê jî cezayên giran tên dayîn.