Li Tirkiyê 17e rojnamevan hatine girtin
Nivîskar û rojnamevan Nazli Îlicak û Buşra Erdal jî di nav de
K24-Navenda Nûçeyan
Nivîskar û rojnamevan Nazli Îlicak û Buşra Erdal jî di nav de, 17 rojnamevan bi tometa endamtiya rêxistina terorê hatin girtin.
Piştî hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyê, hemberê hin dezgeyên medyayê ku nêzîkî Cemaeta Gulen tên binavkirin operasyon hat kirin û 23 rojnamevan hatin binçavkirin.
Piştî lêpirsînan, duh êvarê 21 rojnamevan, li Stenbolê derketin pêşberî dadgehê û ji wan 17 rojnamevan bi tometa ku endamên rêxistina terorê ne hatin girtin.