Çûnûhatina navenda Incirlîkê hate qedexe kirin

Ev yek di navbera NATO û Tirkiyê de bûbû sedema kêşeyan.

K24-Navenda Nûçeyan

Ketin û derketina Baregeha Serbazî ya Încîrlîkê heta fermaneke nû hat qedexekirin. Baregeha Încîrlîk ji hêla NATOyê ve bo operasyonên dijî DAIŞê tê bikaranîn.

Li bajarê Edene yê Tirkiyê, li ser agahiya hewldana derbeyek nû, şeva din hemû polîsên bajêr bo erkê hatin vexwendin û li pêş avahiyên Parêzgarî, Birêveberiya Ewlekarî bergirî hatin girtin.

Her wiha gelek otombêl û TOMA li pêş navenda Hêzên Operasyonên Taybet, bi armanca astengkirina derbeyê hatin bicihkirin.

Hatibû ragehandin ku, fermandariya Încîrlîkê jî bi çend balefiran di hewldana derbeyê de cih girtiye û ji ber vê nêzîkî 10 rojan elektrîka Baregeha Asmanî hatibû qutkirin.

Ev yek di navbera NATO û Tirkiyê de bûbû sedema kêşeyan.