Eger kudeta bi serketiba Meral Akşener dê Serokwezîr ba
Di 15ê Tîrmehê de kudetaya leşkerî li Tirkiyê çêbû, lê ew kudeta bi ser neket.
K24-Navenda Nûçeyan
Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek dibêje, eger derbeya 15ê Tîrmehê ser ketiba, Meral Akşener dê wek Serokwezîr bihata erkdarkirin.
Melîh Gokçek di bernameya NTV de got, Cemaeta Gulen di bin hemû bûyerên girîng yên Tirkiyê de heye û wek mînak jî, xistina balefirê Rûsî, kuştina Hrant Dînk, skandalên kasetên MHP û Denîz Baykal nîşan dan.
Gokçek da xuyakirin, Cemaeta Gulen destê xwe dirêjî nav AK Partî jî kirine û xwestine bi operasyonekê Bulent Arinç bikin Serokê Giştî yê AK Partiyê û îdîa kir, derbekaran lîsta kesên bên kuştin amade kirine, di rêzên serî de Serokomar û Serokwezîr, di rêza şeşem de jî navê wî heye.
Di 15ê Tîrmehê de kudetaya leşkerî li Tirkiyê çêbû, lê ew kudeta bi ser neket.