Yeldirim: Serbaz ên di xizmet a naçarîyê de ne dihê dûrixistin ji dever ên şerr

Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, serbazên xizmeta neçarî ji cihê şer û pevçûnan tên dûrxistin û dema serbazî jî tê kêmkirin.

K24-Hewlêr

Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, serbazên xizmeta neçarî ji cihê şer û pevçûnan tên dûrxistin û dema serbazî jî tê kêmkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, tevî Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Parastinê bi hin rojnamevanan re li Enqerê ha hat ba hev.

Yildirim da xuyakirin, Artêşa Tirkiyê ji nû ve tê avakirin û guhertina ku 150 sal in dixwaze bike niha tê kirin.

Yildirim got, heta niha 59 hezar û 467 karmendên dewletê ji erkê hatine dûrxistin û 3 hezar û 73 general û efser jî ji artêşê hatine dûrxistin.