Yildirim û Kiliçdaroglu derbara destûra nû de dicivin
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, di çarçoveya gotûbêjên derbara destûra nû de, serdana Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê Kemal Kiliçdaroglu kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, di çarçoveya gotûbêjên derbara destûra nû de, serdana Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kir.
Serokwezîr Binalî Yildirim û Cîgirê Koma AK Partî yê Parlamentoyê Mistefa Elîtaş, îro piştî nîvroyê serdana Navenda Giştî ya CHP'ê kirin. Yildirim ji hêla Kiliçdaroglu û Alîkarê Serokê Giştî Haluk Koç ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê Serokwezîr Yildirim û Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu derketin pêşberî rojnamevanan û dan xuyakirin, pêşketinên piştî hewldana derbeyê û destûra nû gotûbêj kirine.
Her wiha di hevdîtinê de, ji nû ve demazrandina artêşa Tirk jî hat gotûbêjkirin û Serokwezîr da xuyakirin, ew rexneyên derbarê nêzîkatiya piştî derbeyê li pêş çavan derbas dikin.