Li Tirkiyê jinûavakirina bergala dewletê berdewam e

Rewşa awarte jî hê didome.

K24-Enqerê

Rewşa Awarte ya ku li Tirkiyê hate ragihandin ku di navê de guherîn û veguherîna Artêşa Tirkiyê jî cih digire di rojeva parlamentoyê de bû. Hikûmet diyar dike ku wê sepandin her berdewam bikin. CHP jî di warê van hewlên hikûmetê de têr fikar e.

Li Tirkiyê di çerçoveya Rewşa Awarte de bi wan biryarnameyên ku di hikmê yasayî de ne jinûve danîn û avakirna pergala dewletê berdewam dike.Piştî ku hindek fermandarî bi wezareta parastinê ve hatin girêdan û dibistanên leşkerî hatin asêkirin niha jî revîzyona li ser MÎTê det pê kir.

Hikûmet diyar dike ku bi van gavan ew dixwazin pêşî li wan hewlên darbeyan bigirin da ku jinûve neafirin.

Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş wiha got:"Pêdivî bi artêşeke ku girseya wê heye nîn e, xebatên derbarê pisporkirina artêşê de berdewam dikin. Bila tû kes ji vê yekê encameke neyînî dernexe. Em dibînin, pergaleke ku ji darbeyan re bingehê amade dike heye li Tirkiyê." 

Li hemberî wan sepandinên hikûmetê helwesta herî resen ji aliyê CHPê ve hate nîşandan. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku ev biryarên hikûmetê di ser Rewşa Awarte de ne. Nayê pejirandin ku dû-sê kes dewletê ji nûve saz bikin. Cîgirê Serokê Koma CHPê Engîn Altay li parlamentoyê bersiva pirsên rojnamegeran da ya derbarê yaseyîbûn an neyaseyîbûna wan kirinan de.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Engîn Altay ji aliyê xwe ve wiha axifî:"Ev sepandin li gorî destûra bingehîn in. Lê belê wekî ku serokê me yê giştî jî got; di vê pevajoyê de dema yek bibejê "fersend ew fersende" û bi vî awayîdewletê jinûve ava bike, em qebûl nakin."

Herwiha di hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ya bi Kemal Kiliçdaroglu û Dewlet Bahçelî de ev mijarên biryarnameyan û hewlên jinûve avakirina dewletê hatiin axaftin. Di encama van hevdîtinan de hate ragihandin ku li ser yaseya dadgêran, guherîna MÎTê û girêdana Serfermandariyê ya bi Serokkomariyê ve ji aliyê partiyên opozîsyon ve wê dijrawestîn neyê kirin.