Li Mêrsînê 14e endamên şaredariyê hatin girtin
Di 15ê Tîrmeha borî de hewla kudetayeke leşkerî li Tirkiyê hate kirin, lê ew kudeta bi serneket.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Mêrsînê 14e endamên şaredariyê bi tometa girêdana wan bi kudetayê ve hatin desteserkirin.
Li Tirkiyê opoerasyona girtina wan kesên ku girêdana wan bi derbeya leşkerî re ya di 15ê meha borî de rûdayî hene berdewam e, di wê çarçoveyê de 14e endamên şaredariya mezin a bajarê Mêrsînê hatin girtin.
Di wê operasyonê de Cîgirê Serokê Şaredariyê, Sekreterê Giştî, Rêveberê qelema taybet û çend serok beş bûn hatin girtin.
Ew endamên şaredariyê di destpêka girtina wan de hatin veguheztin bo Rêveberiya Asayîşa bajarê Mêrsînê.