Li Edenê 20 endamên DAIŞê hatin binçavkirin
Li bajarê Edenê yê Tirkiyê, operesyonek li DAIŞê hate kirin û 20 endamên DAIŞê hatin binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Edenê yê Tirkiyê, operesyonek li DAIŞê hate kirin û 20 endamên DAIŞê hatin binçavkirin.
Îro danê sibê polîsên Edeneyê li taxên Kuçukdîkîlî , Daglioglu, Îsmetpaşa, Denîzliyê li dijî rêxistina DAIŞê bi sedan polîs û firokan operasyonek berfireh pêk anîn û bi awayek hevdem bi ser 22 mal û avahiyan de girtin.
Di encamê de 20 endamên DAIŞê hatin binçavkirin.
Hat zanîn kesên hatine binçavkirin berpirsên DAIŞê yên wî bajarî ne û lêpirsîna wan li Midûriyeta Ewlekariyê ya Edeneyê berdewam e.