Erdogan: Têkoşîna 15'ê Tîrmehê hê dê berdewam be û heya hemû dezgeh ji alîgirên dihên pakijkirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, têkoşîna 15'ê Tîrmehê hê berdewam dike û heta hemû alîgirên cemaetê ji dezgeyan bên paqijkirin dê bidome.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, têkoşîna 15'ê Tîrmehê hê berdewam dike û heta hemû alîgirên cemaetê ji dezgeyan bên paqijkirin dê bidome.

Erdogan beşdarî civîna Serokên Oda û Borsayan bû û got, kesên girêdayî Fethulah Gulen wî derdixin qada xwedê û jiyan û axîreta xwe bo wî dişewitînin, şerê dijî wan hê neqediya ye û ji karsazan xwest alîgirên cemaetê radestê dadê bikin.

Erdogan da xuyakirin, her mal, dersxane û dibistana cemaetê wek hêlîna terorê ye û divê hemû bên paqijkirin û divê dewlet û artêş ji nû ve werin sazkirin

Erdogan carek din ji xwedê bexşîna xwe xwest ku di demên derbasbûyî de alîkariya vê cemaetê kiriye.