CHP tevlî Mitînga Yenîkapiyê pişkdar dibe
Serokê Partiya Gel a Komarê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu biryara xwe da û dê tevlî Mitînga Yenîkapiyê ko li dijî hewla derbeya leşkerî tê kirin bibe.
K24- Hewlêr
Serokê Partiya Gel a Komarê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu biryara xwe da û dê tevlî Mitînga Yenîkapiyê ko li dijî hewla derbeya leşkerî tê kirin bibe.
Îro CHP di kombûna xwe ya Lijneya Rêvebir a Navendî de Mitînga Yenîkapiyê ko dê 7ê Tebaxê de pêk were gûftûgo kir. Piştî kombûnê Berdevka CHPyê Selîn Sayek Boke ragihand ko Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dê tevlî mitînga Yenîkapiyê bibe.
Duh Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji Kemal Kiliçdaroglû hêvî kiribû ko tevlî mitîngê bibe. Di vê çarçoveyê de li ser vexwendina Erdogan Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî biryara tevlîbûna mitîngê dabû. Lêbelê herçiqas li dijî derbeyê derbikeve jî Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş nehat vexwendin.