Parezgerê berê yê Stenbolê hat girtin
Mutlu dema ku di salên 2007-2010 ê de parêzgariya Diyarbekirê dikir 500 milyon lîre alîkariyên ku ji bo hejaran hatî komkirin daye cemaeta Gulen û bi vî sûcî tê tawanbar kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Parezgerê berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu, ji ber hewla derbeya leşkerî hat girtin. Parêzgerê berê mikûr li xwe kir ku li gel Fethullah Gulen ku wek berpirsê derbeyê tê tohmetbarkirin bi telefonê re axiviye. Rola rayedarên fermî ku ji ber kûtedayê hatin girtin li ser gelek bûyerên girîng hene.
Li Tirkiyê piştî hewldana derbeya leşkerî gelek kesên giring hatin desteser kirin. Yek ji wan kesên hatîn desteser kirin parêzgarê berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu ye û li gel Mutlu 7 parêzgar 1 alikarê parêzgar û 3 qeymiqam bi biryara dadgehê hatin girtin.
Mutlu dema ku di salên 2007-2010 ê de parêzgariya Diyarbekirê dikir 500 milyon lîre alîkariyên ku ji bo hejaran hatî komkirin daye cemaeta Gulen û bi vî sûcî tê tawanbar kirin.Her wiha hat zanîn Mutlu di demê lêpirsînê de îtîraf kiriye ku wî li gel Gulen bi rêya telefonê jî axivtiye.
Giringiyek dî ya Huseyîn Avnî Mutlu ewe ku di dema bûyerên parka Gezî yê de ew parêzgarê Stenbolê bû û ev bûyerên ku di sala 2013ê de pêkhatîn li her derê Tirkiyê belav bûyîbûn û di encama wê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dayîbû.
Navê endamên Cemaeta Gulen ya ku bi hewla derbeyê tê tawanbar kirin dinav vê bûyerê de jî derdikeve pêş.
Tê ragihandin rêveberên cemaetê yên Stenbolê ,Rêveberên MÎTê yên Stenbolê û serokên emnîyeta Stenbolê ya îstîxbaratê ji bilî vê bûyerê dinav gelek bûyerên giring dî de rolek mezin lehîstîne. Herwiha hat aşkere kirin ku kaseta seksê ya serokê berê yê CHP Denîz Baykal yê ku ji ber wê îstîfa kirî jî ji aliyê vê grupê ve hatiye derxistin.