Bergiriya Tirkiyê: 9 Ceneral û 302 efser û serbaz winda ne
"Ji sedî 95 akademiyên serbazî di bin kontrola cemaeta Gulen de ne."
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Fîkrî Îşik ragehand, ji roja hewldana derbeyê heta niha, 9 general bi giştî 311 efser û serbaz winda ne.
Derbarê vê yakê Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Fîkrî Îşik da xuyakirin, ji sedî 95 xwendekarên akademiyên serbazî di bin kontrola cemaetê de ne û ji ber vê ev akademî û dibistan hemû hatin daxistin.
Fîkrî Îşik da zanîn ku Tirkiye di rewşeke awarte re derbas dibe û pêwîst nabînin ku di 30ê tebaxê de merasîma serbazî ya Cejna Serkeftinê bikin ku her sal dihat pêkanîn.
Wezîrê Bergiriyê herwiha diyarkir ku li gor lêkolînên wan, ji şeva derbeyê heta niha tu balefir, helîkopter yan jî keştiyên serbazî winda nebûne lê 9 general bi giştî 311 efser û serbaz diyar nînin.