Siwêd: Piştî derbeyê Tirkiye rêyeke şaş dişopîne
Serokwezîrê Siwêde Stefan Lofven ragihand ''Piştî hewldana derbeyê, Tirkiye rêyeke şaş dişopîne û peymana penaberan ya bi YE'yê re îmzekirî ji bo demeke dirêj di metirsiyê de ye''
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Siwêde Stefan Lofven ragihand ''Piştî hewldana derbeyê, Tirkiye rêyeke şaş dişopîne û peymana penaberan ya bi YE'yê re îmzekirî ji bo demeke dirêj di metirsiyê de ye.''
Serokwezîrê Siwêdê Stefan Lofven di dema serdana xwe ya li Norveçê de ragihand ''Piştî hewldana derbeyê Tirkiye rêyeke şaş dişopîne û peymana penaberan ya bi YE'yê re îmzekirî ji bo demeke dirêj di metirsiyê de ye''.
Herwiha Lofven ragihand ku, dema mirov li rewşa çapemenî û rojnamegeriyê dinêre dibîne ku, Tirkiye di metirsiyeke mezin de ye. Ji bo rewşa vîzeyê jî divê Tirkiye hemû perspirsyarên xwe yên peymanê bicîbîne. Her wiha kesên bi bihaneya derbeyê tên girtin divê li gorî yasa û mirovan bên darezandin.