Li Tirkiyê operasyonên li dij rêxistina Fetullah Gulen berdewam in
Piştî lêpirsina wezîrên berê yên AKPê dê zelal bibe ku ev operasyon bikeve nava siyasetê an na.
K24-Enqere
Li Tirkiyê operasyonên li dij rêxistina Fetullah Gulen bi awayekî lezgîn berdewam dikin. Lê belê di parlementoya Tirkiyê de pirsa gelo "şaxê wan operasyonan yê siyasî jî heye an na?" benda zelalbûnê ye. Piştî ku di derbarê 4 parlementerên AKPê yên berê dedoza sucdarkirinêhate vekirin, tê gotin ku dê lêpirsîn di nava siyasetê de jî bên destpêkirin.
Li Tirkiyê piştî hewla darbeya leşkerî digel birêvebirinalêpirsîna dadî di nava raya giştî de tê meraqkirin ku gelo" şaxê hewldana darbeyê ya siyasî jî heye an na." Herwiha nîqaşên li ser vê mijarê zêde dibin. Pêşî, parêzerê girêdayê Baroya Stenbolê Burak Bekîroglu derheqê wezîrên berê Bûlent Arinc, Hûseyin Çelîk, Suat Kilic û Sadullah Ergin bi ideaya ku rêvebirên rêxistina Gulen dikin,serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da.
Ev serlêdan ji aliyê dozgeriyê ve hate qebulkirin. Ev rûdan di rojeva parlementoya Tirkiyê de jî bû.Parlementerê CHPê Mehmet Bekaroglu rave kir ku piştî hewldana darbeyê ew kesên ku bisalan digel Fetullah Gulen re hevaltî kirin e derbarê wî de daxuyaniya didin û bi wan kiryarên wî jî ji morivahiya xwe şerm kiriye. Bekaroglu got ji aliyê medyaya alîgir tê gotin ku ew polîsên mala Kemal Kiliçdaroglu diparêzin endamên rêxistina Gûlen in. Bekaroglu bi awayekî tund ev yek şermezarkir.
Parlementerê CHPê MehBekeroglu wiha got:
"Dê ev yek bigehîje siyasetê jî.Helbet dê bigehîje AKPê jî. Lê belê dê piştre bibêjin 'em çi bikin, di nava hemû partiyan de hene, gihiştiye hemû partiyan. Waye hûn dibînin polîsên Kilicdaroglu jî endamên FETO ne.' Ev rastî jî xefletiye,bêşermî,rezîlî û bêexlaqî ye. Bi vî awayî dixwazin ji nav kar derkevin, lê dernakevin."
Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş jî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew operasyonên di çarçoveya Rewşa Awarte de pêk tên, hêdî hêdî ji armanca xwe derdikeve û berê xwe dide nêçîra kesên derveyî meseleyê. Bektaş rave kir ku dê hişk û şil bihev re bişewitin. Beştaş pirsa "dê operasyon bigihîje nava siyasetê an na" wiha bersiwand.
Parlementera HDPê Meral Danış Beştaş wiha got:
"Em di prseseke wisa re derbas dibin ku herkes derbarê her mijarê de hev sûcdar dike bi riya dozên sucdarkirinê. Nayê wê wateyê ku bi sucdarkirina 4 wezîran wê operasyon li siyasiyan jî bê destpêkirin. Divê di hewla darbeya leşkerî de em pê nexapin ku tenê baskê leşkerî di nava meselyê de ye. Di paşperdeya vê darbeyê de bêgûman siyaset jî heye."
Piştî lêpirsina wezîrên berê yên AKPê dê zelal bibe ku ev operasyon bikeve nava siyasetê an na. Lê belê Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Hayatî Yazicioglu giştînameyek parwekir û got ku dê di nava AKPê de paqijiya endamên rêxistina FETO destpêbike. Bi vê yekê tê çaverêkirin ku di nava siyasetê de jîoperasyon dê bên destpêkirin.