Erdogan:Pêwîst e parlemento mijara sêdarkirinê gûftûgo bike
Yasaya sêderkirinê dê biryara parlementoyê diyar bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje pêwîst e parlemento mijara sêdarkirinê gûftûgo bike.
Derbarê vê mijarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan şeva borî serdana malbatên ku xizmên wan di şeva hewla derbeya leşkerî de canê xwe ji dest dane kir û li wê derê ji bo welatiyan axaftinek pêşkêş kir.
Dema axaftina Erdogan bi dirûşmên xwestina sêderkirinê ji aliyê welatiyan ve hate birîn Serokomar got divê perlemento daxwaza welatiyan ber çavan bigre. Hikûmet nikare gûh nede hêviyên welatiyan û neçare vê daxwazê li parlementoyê bide gûftûgo kirin. Yasaya sêderkirinê dê biryara parlementoyê diyar bike.
Erdogan herwiha got ew nîgeraniyên Yekitiya Ewropayê ya derbarê yasaya sêderkirinê de jî berçavan nagirin.