Tirkiyê huşdariyê dide Amerîka

Heta Niha 16e kes bi fermî di çarçoveya operasya girtinê de hatine binçav kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dad ê Tirkiyê Bekir Bozdac huşdariyê dide Amerîkayê û dibêje ji bo terorîstekî bila qurbaniyê bi pêwendiyên xwe li gel Tirkiyê neke.

Derbarê radestkirina Fethula Gulen Wezîrê Dad ê Tirkiyê Bekir Bozdac bo televizyoneke welatê xwe ragehand ku, ew neçarin qurbaniyê bi pêwendiyên xwe yên ligel Amerîkayê bikin eger Gulen radestî wan nekin.

Ji aliyê xwe ve jî Amerîkayê ragehandibû ku pêwîstiya wê bi demê re heye, herwiha bi belgeyên desthebûna Fethule Gulen di kudetayê de heye.

Herwiha wezîrê Dad ê Tirkiyê ragehandibû ku di çarçoveya operasyona binçavkirina encamderên kudetayê 16e hezar bi fermî hatine girtin.