Kiliçdaroglu: Bila Şirnex û Colemerg wek parêzgeh bimînin û hejmara parêzgehan zêde bibe
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bang li Serokwezîrê Tirkiyê kir ku, Şirnex û Colemerg wek bajar bimînin û hejmara bajaren Tirkiyê bên zêdekirin.
K24- Hewlêr
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bang li Serokwezîrê Tirkiyê kir ku, Şirnex û Colemerg wek bajar bimînin û hejmara bajaren Tirkiyê bên zêdekirin.
Kiliçdaroglu li Çanakaleyê bi serokên bajar yên partiya xwe re hat ba hev û gotarek pêşkêş kir. Kiliçdaroglu got, eger dewletek bêje nikarim li fîlan bajarê ewlekariyê bicih bînim li wê derê dewlet nemaye.
Kiliçdaroglu da zanîn, Şirnex û Colemêrgê berdêlên mezin dane û bang li Serokowezîrê Tirkiyê kir ku, her dû jî wek bajar bimînin û dawî li cudakariyê bê anîn.
Kiliçdaroglu her wiha xwest Cizîr û Gever jî bibin bajar û hejmara bajarên Tirkiyê bên zêdekirin