Hilsengadin a peywendî yê Turkîya û Yekêtî ya Ewrûpayê li piştî kudetayê

Pêwendiyên Brûksel û Enqere ji ber ku Yekitiya Ewropayê li ber hewldana derbeya leşkerî helwestek tund nîşan nedaye xeraptir dibe. Li gor pisporan ji ber ku welatên Ewropî nikarin daxwazên xwe li Erdogan bidin kirin ji wî nîgeran in.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b76de3c6-a767-4c3d-8a16-1024a70bd066/nirxandina%20psporan.ism/manifest

K24-Istanbol

Pêwendiyên Brûksel û Enqere ji ber ku Yekitiya Ewropayê li ber hewldana derbeya leşkerî helwestek tund nîşan nedaye  xeraptir dibe. Li gor pisporan ji ber  ku welatên Ewropî nikarin daxwazên xwe li Erdogan bidin kirin ji wî nîgeran in.

Pêwendiyên Tirkiyeyê û Yekitiya Ewropayê yên ku ve demeki dirêjê xerap derbas dibûn piştî hewldana derbeya leşkerî xeraptir bû.Bi taybetî piştî ku ji Welatên YE helwestek tund li dijî derbeyê derneket berteka Enqereyê li dijî wan zêdetir bûye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan herdem vê berteka xwe nîşan dide û ragihand eger Yekitiya Ewropayê destura vîzeyê nede welatiyên Tirkiyeyê ew dê peymana li ser koçberan hatî îmze kirin betal bikin.

Li ser vê mijarê serokê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkiyê Umîd Firat yê ku serokatiya Yek ji komeleyên ku herî zêde piştgiriya Tirkiyeyê bo endamtiya Yekitiya dike ji Kurdistan 24 rê re axivî û ragihand Helwesta YE ya li ber hewldana derbeya leşkerî nayê qebûl kirin.

Ûmît Firat: Rojnmevan û Serokê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkiyê, dibêje:'' YE yê li ser paketkirina berhemeka xwarinê jî daxuyaniyên tund dide.lê li ber hewldaneka derbeya leşkerî ya ku dixwaze demokrasiyê jinav bibe helwestek lawaz nişan dıde. Ev nayê qebûl kirin. Li Tirkiyeyê jî gelek kesên ji Erdogan hez nekin jî li ber derbeyê li gel hikûmetê bûn. Lê tişta tê dîtin ewe ku Ewropa û Yekitiya Ewropa li şûna Erdoganek muhafazakar û guh nede daxwazên wan tercîha generalek laîk û derbekar dike. Lê Tirkiye welatek mezin e.Her çiqes Pêwendî lawaz bibin jî ne Tirkiye dest ji YE berdide ne jî YE dest ji Tirkiyê berdide.''

Umîd Firat ragihand li ber helwesta YE Erdogan mafdar e.lê li ber vê nayê qebûl kirin Erdogan peymana koçberan li dijî YE wek kartekê bikarbîne. Ji ber ku ev peymaneka mirovahiyê ye.

Pisporê Polîtîkayên derve û Akademîsyen Enes Bayrakli jî ragihand YE rewşa li Tirkiyeyê baş naxwîne.

Enes Bayrakli-Pisporê Polîtîkayên Derve û Akademîsyen, dibêje:''YE hêj li gor rewşa pêşîya 15 tîrmehê li Tirkiyê dinêre.Lê belê 15ê Tirmehê hewldaneka derbeya leşkerî ya bixwin pêkhat û hemwelatiyan ev heldan rawestand. Ewropa ji ber dijitiya Erdogan li ber vê helwestek tund nîşan neda.Vê helwesta YE zîyanek mezin gihand pêwendiyan.Ez bawer nakim ev rewş wiha berdewam bike.''

Bayrakli ragihand eger YE vîzeyê nede welatiyên Tirkiyeyê peymana koçberan dikare bê betal kirin.Her wiha Bayrakli ragihand başbûna pêwendiyên Tirkiyê û Rusyayê ne helwesteka li dijî Yekitiya Ewropayê ye.