Li Stanbolê 17 endamên HDPê hatin girtin

Beşê dije terorê yê Stanbolê, bi piştevaniya helicopteran operesyoneke pişknînê bo ser navenda HDPê û 17 endamên wê girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Beşê dije terorê yê Stanbolê, bi piştevaniya helicopteran operesyoneke pişknînê bo ser navenda HDPê û 17 endamên wê girtin.

Li gora medyaya Tirkiyê, îro danê sibê demjimêr 03.00 hêzên dije terorê bi piştgiriya helîkopter û panzeran û hejmareke mezin ji polîsan avêtin ser navenda HDPê ya li navçeya Beyogluya Stenbolê û 17 kes girtin.

Tîmên ewlehî li Beyoglu, Esenyurt, Sultangazi, Bahçelievler, Bagcilar, Avcilar, Arnavutkoy, Başakşehir, Esenler û Gaziosmanpaşayê li navnîşanên ku hatibûn tesbitkirin lêgerîn kirin.

Hate ragihandin ku, hêzên ewlekariya Tirkiyê avahiya HDPê tev pişkinîn kirine û gelek belgeyên elektronîk birine û ew rêyên tên avahiyê ji aliyê polîsan ve hatine girtin.