AK-Partî, CHP û MHP kom dibin

Her sê partiyên Parlementoya Tirkiyeyê AK-Partî, CHP û MHP îro li ser çêkirina destûrnameya nû kom dibin.

K24- Hewlêr

Her sê partiyên Parlementoya Tirkiyeyê AK-Partî, CHP û MHP îro li ser çêkirina destûrnameya nû kom dibin.

Piştî hewla derbeya leşkerî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ligel serokên AK-Partî, CHP û MHPyê civiyabû. Piştî vê yekê her 3 partî jî li ser çêkirina destûrnameya nû biryar e îro bicivin.  Lêbelê sêyemîn partiya herî mezin a parlementoyê HDP dervayî wê civînê hate hiştin. Di civînê de nûnertiya  AK-Partiyê Abdûlhamît Gul, CHPyê Bûlent Tezcan û MHPyê jî Mehmet Parsak dê bike.

Civîna komîsyona çêkirina destûrnameya nû herî dawî di 16ê Sibatê de bi tevlîbûna 4 partiyên parlementoyê pêk hatibû. Lêbelê ji ber lihevnekirina partiyan hewla çêkirina destûrnameyê careke din bidawî hatibû.