Çawuşoglu: Me bang li 208 dîplomatan kiriye daku vegerin Tirkiyê

Da zanîn ku heta niha 32 dîplomat vegeran e.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çawuşoglu dibêje piştî hewla derbeya leşkerî wan bang li 208 dîplomatên xwe kirine ko vegerin Tirkiyeyê.

Derbarê vê babetê de Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu di civîna çapemeniya ligel wezîrê Derva yê Îranê Cevad Zarîf den ragihand ku di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Xizmetê de wan ji 208 dîplomatên xwe xwestine ku vegerin Tirkiyeyê.

Çavuşoglu da zanîn ku heta niha tenê 32 dîplomat bêhincet û destûr nehatine.

Çavûşoglu li ser pirsekê derbarê vê mijarê de jî diyar kir ku ji 3 karmendên wan a li Bangladeşê kar dikirin 2 kes reviyan e Amerîkayê û yek jî vegeriya ye Tirkiyê.