Li Stenbolê 43 bergûmanên DAIŞê hatin girtin

39 kesên din ji ber ne welatiyê Tirkiyê ne dê werin dersînor kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Stenbolê 43 bergûmanên DAÎŞê hatin binçavkirin. 

Di çarçoveya operasyona girtina gumanbarên DAIŞê de ku duh li Stenbolê hatibû kirin eşkere bûn. Di wê operasyonê de polîsan 13ê wan zarok 43 kesên ji komarên Tirkî yên asyayê hatibûn Tirkiyê binçavkirin.

Herwiha Lêpirsîna 4 kesan bi hinceta ji DAÎŞê re çekdar amade dikin berdewam dike. Lê belê 39 kesên din ji ber ne welatiyê Tirkiyê ne dê werin dersînor kirin.