Berpirsekî PKKê li Stanbolê Hate binçavkirin
Hat ragihandin ku Ragip Yardimci ku wek berpirsekî PKKê tê zanîn, li Stenbolê hat binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin ku Ragip Yardimci ku wek berpirsekî PKKê tê zanîn, li Stenbolê hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyên ewlekariyê, li navçeya Bagcilara Stenbolê polêsan bi ser malekê de girtin. Di operasyonê de berpirsê PKKê Ragip Yardimci bi navekî din “Cegerxwîn” tê zanîn, hat desteserkirin.
Hat diyarkirin ku, Yardimci yek payebilindên PKKê ye ku polîsan dabû pey wî.