Yelidirim:Emê pêwendiyên xwe bi Sûriyê re vegerînin
Wan pêwendiyên xwe bi Israîl û Rûsyayê re asankirine.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê tirkiyê Bînalî Yeldirim pêşbînî dike ku di dema bê de pêwendiyên welatê wî ligel Sûriyê asan bibin.
Derbarê vê mijarê de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim di çarçoveya hevdîtina xwe ligel rojnamevanan ragehand ku, di dema borî de Tirkiyê siyaseta xwe ya derve guhertiye û pêwendiyên xwe ligel Rûsya û Israîlê asayîkirin.Aşkere kir ku di dema bê de dê pêwendiyên xwe ligel Sûriyê jî asanbikin.
Yeldirim diyar kir ku, ew dixwazin siyaseta wan li ser wê yekê were avakirin ku dostên xwe zêde bike û dijiminên xwe jî kêm bike.
Di dawî ya axiftina xwe de Serokwezîrê Tirkiyê Yeldirim aşkre kir ku, ew li dijî damezrandina navçeyekî Kurdî li Bakurê Sûriyê ji aliyê PYDê ve be.