Penaber û huner destan li Turkîya

Penaberên ku berêxwe didin Tirkiyê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê jî bi cîh bûne û di nava şert û mercên dijwar de debara xwe dikin. Ciwanê bi navê Mazen Hussîn yê ku dema çeteyên DAÎŞê êrîşî Qamişloyê kiribû berêxwe dabû nava Tirkiyê û niha li Êliha bajarê bakurê Kurdistanê bi hûnera xwa ya destan debara xwe dike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/81f48774-fd77-4fa9-988d-dec081fd04f6/CiwanePenaberUHuneraDestan.ism/manifest

K24- Hewlêr

Penaberên ku berêxwe didin Tirkiyê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê jî bi cîh bûne û di nava şert û mercên dijwar de debara xwe dikin. Ciwanê bi navê Mazen Hussîn yê ku dema çeteyên DAÎŞê êrîşî Qamişloyê kiribû berêxwe dabû nava Tirkiyê û niha li Êliha bajarê bakurê Kurdistanê bi hûnera xwa ya destan debara xwe dike.

Mazen Hussin- Ciwanê Penaber – dibêje:"Em ser dezgeha xwe hûnera qumê çêdikin û difiroşin. Ez bi berdaxan û bi şûşeyan çêdikim. Em navan û resman lê dixin. Heya ku em vê qûmê tînin ser dezheya xwe em didin hev. Li bal çem em tînin dikin nava hev de. Em hûr dikin û rengê wê spî ye. Em li malê rengê cuda cuda didin wan. Pîçekîzehmetiyên wê hene."

Ciwanê ku ev şeş mehe li Êlihê dijî û li taxa Gûlistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan dezgeha xwe vedike bi berhemên xwe bala Êlihiyan jî dikişîne û Mazen Hussîn li gor dilê welatiyan berheman çêdike.

Îdrîs Ekîncî - Welatî – got:"Tiştê ku em dizanin xelk bi firçe û bi boyaxê resman çêdike. Min got heyran welleh tu tiştekî xweş çêdikî. Min got ka ji min re yekê çêke. Di nava bardexê de ji bomin tiştek çêkir. Min bir malê, malbat tev heyirî man gotin ev tişt çawa çêkiriye. Tiştekî wisa li Tirkiyê tuneye ez bawer bikim."

Mazen Hussîn ev berhemên ku bi qûma rengîn çêdike li gorî mezinahiya xwe 10 û 25 Lîrayên Tirkî difiroş e. Herwiha Hussîn amaje dike ku dê ew di heyamek nêz de biçe welatê xwe Qamişloyê û hûnera xwe li wê derê bide vejandin.