Erdogan: Piştî kudetayê cemaet a Gulen û PKK ji hev nêzîk bûne û..
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje piştî hewlda derbeya 15'ê Tîrmehê PKK û Cemaeta Gulen nêzîkî hev bûne û pişt çalakiyên dawî yên PKK'ê de îstîxbarata Cemaeta heye. Erdogan li Enqerê Koşka Serokomarî pêşwaziya nûnerên saziyên civaka sivîl yên rêxistinên îslamî kir
K24- Hewlêr

Dema derbeya cemaetê ser neket PKK dest bi êrişan kir. Navên wan cuda be jî armanca wan yek e. Herî dawî li Diyarbekir, Wanê û îro jî li Xarpût û Bedlîsê êriş kirin.
Ez van êrişan wek bersiva çalakiyên nobedariya demokrasiyê dibînim. Xwîna şehîdan li erdê namîne. Ji 15'ê Tîrmehê ve 182 endamên PKK'ê hatine kuştin û 3 hezar alîgirên wan hatine binçavkirin.
Hin dost dibêjin eniya têkoşînê fireh nekin. Ji xwe em li ser xetek şer dikin, em li hemû welat şer dikin. Li başûrê rojhilat, li rojhilat, li başûr.
Li bakurê Sûriyê êrişên YPG'ê hene û bo me metirsî ye. Dema pêwîst be hemberê wan emê têbikoşin.
Welatên rojava em fêmnekirine û fêm jî nekin. Ne dirustin. Lê emê operasyonên serbazî û xebatên dadgeriyê bibiryar bidomînin.
Di pişt êrişên PKK'ê de îstîxbarata Cemaetê heye. Em her tiştê dibînin. Em dikarin li welat û herêmê hemberê çalakî û îdîayên vê rêxistinê têbikoşin.
Em pêşketinên derveyî sînorên xwe jî bi baldar dişopînin ka sozên ku dane bicih tînin yan na.
Di warê têkoşîna dijî terorê de dewlet xwe ji nû ve ava dike. Emê kêmbûna îstîxbarat û teknolojiyê bicih bînin.