Erdogan:DAIŞê teqêna Dîlokê encam daye
Di encam de 30 kes hatin kuştin û 94 kesên din birîndar bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ragehand ku, rêxistina DAIŞê teqîna ku li bajarê Dîlokê rûdayî encam daye.
Derbarê vê yekê di daxuyaniyekê de bo medyaya Tirkiyê wiha got:"Ti cudahî di navbera Fethule Gulen û rêxistina DAIŞê de nîn e, da zanîn ku, DAIŞê berpirsê teqîna bajarê Dîlokê ye ku, di encam de nêzîkî 100 kesan bûne qurbanî."
Duh derengiya şevê teqînek di hola ahengan ya taxa Toz Debe rûda di encam de 30 kesan canê xwe ji dest da û 94 kesên din jî birîndarbûn.
Derbarê teqînê parêzgarê Dîlokê Elî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ragehand ku, hejmara qurbaniyên teqînê zêde bûne û giştine 30 kesî, herwiha 94 kesên din jî birîndar bûne.