Dîsa HDP hate dûrxisin
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di heman demê de bi Serokê CHP û MHPê re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di heman demê de bi Serokê CHP û MHPê re dicive.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim îro demjimêr 10 li cihê fermî yê xwe civîneke girtî bi Serokê CHP Kemal Kilîçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî re encam da.
Li gor çavdêrên siyasî yên Tirkiyê, ku di civînê de pirsên rêxistina Fethula Gulen û hewla kudetya leşkerî ya 15 Tîrmehê, rûbirûbûna terorê û pakêta plana nû ya welêt guftûgo dikin.
Xala balkêş ew e ku, çend civînên wan sê partiyên nava Parlementoya Tirkiyê encam didin, bê beşdariya HDPê.