Rewş a awarte û maf ên jinan li Turkîyayê

Li Tirkiyê piştî darbeya leşkeri ya 15ê Tirmehê ji bo sê mehan Rewşa Awarte hate ragihandin. Bi ragihandina rewşa awarte nerazîbûn çê dibe ku zext û fişar gelekî zêde bûye. Li Enqerê forûma di vê Rewşa Awarte de jin û mafên jinan di çi ne û di çi astê ye, hate lidarxistin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3e46a10f-a969-499f-937b-3691cda9d8ba/PistiRewsaAwarteJinUMafenJinan.ism/manifest

K24- Enqere

Li Tirkiyê piştî darbeya leşkeri ya 15ê Tirmehê ji bo sê mehan Rewşa Awarte hate ragihandin. Bi ragihandina rewşa awarte nerazîbûn çê dibe ku zext û fişar gelekî zêde bûye. Li Enqerê forûma di vê Rewşa Awarte de jin û mafên jinan di çi ne û di çi astê ye, hate lidarxistin.

Li Tirkiyê bi ragihandina Rewşa Awarte zextên li ser welatiyan jî her ku diçe zêdetir dibin. Gelek kes hatin girtin gelek jîji karên xwe hatin dûrxistin. Bi Rewşa Awarte re jin jî ketîn heyamekê zehmet.Gelek ji wan ne xwedî mafin û nikarin mafên xwe bikarbînin. Di çerçova lepirsîna de jînên ku tên binçavkirin, yên ku li qada çalakiyan saz dikin her gav bi gotinên nexweş re rubirû dimînîn an jî tûşî tundiyê dibin.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê jî, jinan li parqa Ahmet Arîf forûmek sazkirin. Di Forûma bi navê"wekhevî û sekulerîzm" hate lidarxistin de, jinan bal kişand li ser kuştin û binpêkirina mafên jinan. Di forûmê de parlamentera HDP Fîlîz Kerestecîoğlu, Parezêrên Komaleyên Jinan û gelek Akademisyenên jin cih girtin.

Sevînç Hocaogullari - Parezêra Komaleya Jinan, dibêje:"Bi ragihandina Rewşa Awarte, biryarnameyên ku di Hikmê yesayan de tên derxistin dihele ku kêşeyên jinan nêyê dîtin. Li devera ku tundî lê zede bê qadên ku jin kêşeyên xwe jî bînin ser ziman teng dibe, zehmet dibe. Çimkî ev heyam, heyemeke wisa ye ku cûdagerî, destdireji, tundiyê jinûve derdixê holê."

Jin dibêjin,kesayetên ku jêpirsînê nekin, ne mimkinê ku bibin kesayêtên azad. Ji loma kesên ku jêpirsînê nekin bi rihetî dikevin bin destê hikûmetên deshilat û bi hêsanî ji wan deshilatdaran bawer dikin. Ev yek jî rê li ber binpêkirina mafên wan vedike.

Bedrîye Poyraz - Akademîsyena Zankoya Enqerê, dibêje:"Dema ku yek difikirê hemû deshilat û ol bi şiklekî li ser hebûna wekheviya jin û mêran hatine damezrandin. Di vê rewşê de belkî naye xuyakirin lê belê bandora herî mezin li jinan dibe û dema ku ev desthilat jinan di malan de heps dikin zêdetir serkeftî dibin."

Di forûmê de jinan giringiya demokrasî û jiyana sekûler bi bîr xistin û dan zanîn ku wan ev forum li dar xistine da wê peyamê bidin ku jin li hemberî rewşa awarte, darbeyên leşkerî, dîktatorî û tunehesibandinê ne bêdeng in.