Tirkiyê derbasî Carablusê bû
Cerablus li ser çemê Feratê nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, 30 k.m li bakurê Minbicê û 50 k.m li rojhilatê Ezazê ye û take bajarok li bakurê Sûriyê û nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, ku di bin desthilata DAIŞê de ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê ragehand hêzeke taybet a wî welatî derbasî bajarokê Cerablusê bû û operasyona rizgarkirina wî bajarokî ji aliyê Tirkiyê û Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir.
Derbarê wê operasyonê Artêşa tirkiyê di daxuyaniyekê de ragehand ku, firokeyên şer F16 û hêzeke taybet derbasî Cerablusê bûn û dest bi operasyona kontrolkirina wî bajarokî ji destê DAIŞê kirin.
Li gor daxuyaniyê Artêşa Tirkiyê bingeh û navendên DAIŞê topbaran dikin, herwiha çekdarên DAIŞê sînorê Tikriyê bi mûşek û roketan topbaran dike.
Ev yek di demekê de tê, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihandibû, di 6 mehên bê de li Sûriyê pêşhateyên nû dê rû bidin û gelek tişt dê bên guhartin. Herwiha pêr topxaneya Tirkiyê pêgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Minbicê topbaran kir.
Çekdarên opozîsyonê di ala Artêşa Azad (Bi piştevaniya Tirkiyê) de ragihandibûn ku, di çend rojên bê de ji nava xaka Tirkiyê de êrîşî Cerablusê dikin. Li egera cibicîkirina vê planê, hewla Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bo kontrolkirina navçeyên di navbera çemê Feratê û Efrînê têk diçe, ku HSDê piştî rizgarkirina Minbicê bervê wê ber bi Cerablus û Ezazê bû.
Cerablus li ser çemê Feratê nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, 30 k.m li bakurê Minbicê û 50 k.m li rojhilatê Ezazê ye û take bajarok li bakurê Sûriyê û nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, ku di bin desthilata DAIŞê de ye.
