Li Stenbolê operasyonek li dijî endamên DAIŞê
Der barê gelek kesan de jî biryara desteserkirinê hatine dayîn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke berfireh hatin lidarxistin. Gelek gumanbar hatin desteserkirin.
Polêsên Stenbolê bi piştevaniya firokeyê, li navçeyên Pendîk û Sancaktepeyê operasyon birin ser endamên DAIŞê.
Hat diyar kirin ku gelek kes hatine desteserkirin. Der barê gelek kesan de jî biryara desteserkirinê hatine dayîn.
Beriya vê operasyonê, artêşa Tirkiyê li herêma Cerbalûsê ya Sûriyê ku tê de endamên DAIŞ'ê hene operasyon da destpêkirin.