Joe Biden giheşte Tirkiyê

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden giheşte Tirkiyê û biryar e di serdana xwe de ligel berpirs û rayedarên wî welatî pêwendiya Waştinton û Enqerê, herwiha doza radestkirina Fethule Gulen gotûbêj bike.

Serdana Biden di demekê de tê ku, pêwendiyê her du welatan piştî hawla kudetaya leşkerî ku, 15ê Tîrmeha borî li Tirkiyê hatibû kirin alozbûbûn.Tirkiyê ji aliyê xwe ve daxwaza radestkirina Fethuleh Gulen dike ku, bi encamdana kudetayê tometbar e û Amerîka jî ne amade ye wî radestî Tirkiyê.