Çawîşoglu: Emê YPGê jî bikin armanc
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, heger YPGê ji rojavayê çemê Feratê venekişe, ewê wan bikin armanc.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, heger YPGê ji rojavayê çemê Feratê venekişe, ewê wan bikin armanc.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mavlut Çawîşoglu îro agihand, ewên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin armanc, heger ew ji rojavayê çemê Feratê venekişe.
Çawîşoglu got jî, operesyona wan li dijî hêzên terrorist in û ew sînorê xwe diparêzin, ku qebûl nakin hêzek ji derve bê û Cerablusê kontrol bike, ku Cerablus di bin kontrola DAIŞê de ye.
Îro artêşa Tirkiyê dest bi operesyonekê li Cerablusê ya li ser sînorê Tirkiyê kir, di operesyona xwe de YPG û DAIŞê dike armanc.
Li gor Çawîşoglu ragihandiye ku, hêzên Hevpeyamniya Navdewletî jî digel wan de operesyonê encam dide.
