Cozêf Baydin: Rê nahê dan bi serkevtin a Daişê û PKKyê
Cozêf Baydin, cêgir ê serok ê Emerîkayê li Enqere ya Paytext a Turkîyayê ragehand: Nabe rê bihê dan bi serkevtin a Daiş û PKKyê.
K24- Hewlêr
Cozêf Baydin, cêgir ê serok ê Emerîkayê li Enqere ya Paytext a Turkîyayê ragehand: Nabe rê bihê dan bi serkevtin a Daiş û PKKyê.
Cêgir ê serok ê Emerîka di kongireyek a rojanmevanî ya hevpişk de li gel Elî Bînalî, serok wezîr ê Turkîyayê li ser radestkirin a Fethulla Gulen, rêber ê rewt a Xizmet a bi Enqereyê re ragehand: Wan çi berjewendî di wê yekê de nîne ku kes ên dij bi Turkîya yê pana bidin.
Baydin li ser hewl a kudeta ya 15yê meha Tîrmehê ragehand: Wan çi zanyarî pêşdem nebûne li ser wê hewlê.
Ji alî yê xwe ve jç Binalî Yeldirim , serok wezî rê Turkîyayê ragehand: Ew li benda bersivek a erênî ne bo radestkirin a Gulen û got: Me divêt Gulen li pêş dadgehê amade bibe.
Li ser guhertin ên deverê û Turkîya serok wezîr ê Turkîyayê ragehand: bo çareserkirin a rewş a niha ya Suryayê , pêdivî ye ax a wê yekparîe vemîne.