Li Cizîrê bi otombîlek a bombkirî hêriş kirin ser bingehek a polîsan
Serê sipêde ya evro, Heyînîyê bi otombîlek a bombkirî hêriş kirin ser bingehek a polîsan li bajar ê Cizîre li parêzgeh a Şirnexê.
K24- Hewlêr
Serê sipêde ya evro, Heyînîyê bi otombîlek a bombkirî hêriş kirin ser bingehek a polîsan li bajar ê Cizîre li parêzgeh a Şirnexê.
Ew teqîne li xalek a pişkinînê li nêzîk rêveberîyek a hêz ên asayîşê rûdaye, hijmarek a mezin ji otombîl ên firyakevtinê (Embolans) ber bi cihê teqînê çûne û hijmarek a kuştî û birîndar jî heye.
Teqîn li tax a Konak li ser rê ya di navber a Cizîre û Şirnexê rûdaye ku bi eger a mezinî ya wê teqînê şûşe yên sê taxn, Konak, Dîcle û Nûr şikestîne û hêz ên Turkîyayê dest bi livînê kirîne û hatûçûn li wê deverê hatîye qedexekirin.
li gor ajans a nûçe ya Royterz , zanîyarî yên seretayî xuya dikin ku di wê teqînê de tqnê de 9 kes hatîne kuştin û 64 birîndr jî heye.