Li Edenayê 40 bergumanên DAIŞê hatin girtin
Lêpirsîna bergûmanan li Rêveberiya Ewlekariyê ya Edeneyê didome.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê bajarê Edene û Konyayê 40 bergûmanên DAÎŞê hatin binçavkirin.
Îro, berbangê li bajarê Edeneyê hêzên ewlekariyê bi operasyonek hevdem bi ser malan de girtin 20 bergûmanên DAÎŞê binçavkirin.
Lêpirsîna bergûmanan li Rêveberiya Ewlekariyê ya Edeneyê didome.
Ji alîkî din ve li bajarê Konyayê jî li dijî DAÎŞê operasyon hebûn. 20 kesên ko bi tohmeta pêwendiyên wan bi DAÎŞê re hene hatin binçavkirin.