Tirkiyê hêzeke zêde li Cerablusê bicîdik

Tê pêşbînîkirin ku, hejmara leşkerên Artêşa Tirkiyê li wê deverê bighe 15e hezar leşkerî.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê piştî kontirolkirina bajarokê Cerablusê ji destê çekdarên DAIŞê hêza xwe li wî bajarokî zêdetir dike.

Li gor welatiyên wê deverê Artêşa Tirkiyê bi hiceta parastina sînorên xwe û şerê li dijî DAIŞê hejmareke din ji cebilxane û çekên giran vedguheze bajarokê Cerablusê.

Ji aliyê xwe ve rojnameya Huriyet a Tirkiyê ragehandibû ku, armanca Tirkiyê ji veguheztina wê hêzê avakirina navçeya Tampon e, herwiha rêgirî li pêşiya pêşveçûnên Hêzên Kurdî li bakur çemê firatê ye.

Li gor heman rojnameya tê pêşbînî kirin ku, hejmara leşkerên Artêşa Tirkiyê li wê deverê bighe 15e hezar leşkerî.

Berî sê rojan Artêşa Tirkiyê ligel çekdarên Opozîsyona Sûriyê derbasî bajarokî Celablusê bûn û ew bajarok kontirolkirin.

Fly Erbil Advertisment