300 hezar zarokên Sûrî di rewşên xirab de jidayik bûne

300 hezar zarokên Sûrî ji destpêka krîza Sûriyê de û heta niha di kampên penaberan de û di rewşeke tenduristî ya xirab de jidayik bûne. Tenduristiya zarok û dayikan jî rastî metirsiyê dibe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7794d43b-314c-4cb1-b853-a5ffe4f23177/SYR%20zaroken%20nu%20jidayikbuy.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

300 hezar zarokên Sûrî ji destpêka krîza Sûriyê de û heta niha di kampên penaberan de û di rewşeke tenduristî ya xirab de jidayik bûne. Tenduristiya zarok û dayikan jî rastî metirsiyê dibe.  

Jiyan di kampan de ji  bo penaberên Sûrî zehmet e, lê li ser zarokan hîn zehmetir e, ji destpêka krîza Sûriyê ve, welatiyên Sûrî jiyana xwe berdewam dikin, ta niha 300 hezar zarok weke penaber ji dayik bûne, ji ber ku dê û bavên wan ji mirin û şerê li Sûriyê reviyane, ew zarok jî bê nasname dimînin.

Neteweyên yekgirtî di raportên xwe de belav kir ku, her 10 xulekan zarokekî bê nasname jidayik dibe, ev yek jî bandora xwe li ser jiyana wan heta heta dihêle.

Zarokên di kampan de jidayik dibin, piraniya wan sêwî ne, yan dûrî mirov û xelkên xwe mezin dibin. Dayikên wan rastî gelek pirsgirêkên tendirûstî û derûnî dibin û zehmetiyeke mezin di xwedîkirina wan zarokan de dibînin.

Nexweşiyên jehiriya xwînê, tetanus û kulbûna sîng, ji nexweşiyên sereke ne ku zarok rastî dibin û li jêr rewşeke zehmet de û çarenivîseke ne diyar dijîn.

 

 

Fly Erbil Advertisment