Tirkiyê:Li Cerablusê10 û li Raî 3ê gund hatine kontirolkirin

Operasyon berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîriya Tirkiyê da ragehan, tevî Artêşa Azad li Cerablûsê 10 gund û li Ra'î jî 3 gund kontrol kirine.

Navenda Hemahengiya Serokwezîriya Tirkiyê derbarê operasyonê Cerablûsê de daxuyaniyek nivîskî belav kir, tê de wiha ragehandin: Di operasyonê de sivîl nebûne yek ji armancên êrişê parastina sivîlan bû.

Ji aliyeke din ve heta niha Artêşa Azad êrişên xwe li rojava û başûrê Cerablûsê berdewam dike û her yek ji gundên Amerîna, Eyn el Bayda, Dabîs, Balaban, Sûraysat, Cebel Kussa, Çilmixara, Kirata, Amerîna Jêrîn û ez Zahiriyah hatine kontrolkirin.

Herwiha li aliyê Ra'î jî gundên Ayyaşe, Şêx Ye'qub û Kersanlî hatine kontrolkirin.